Merasima ji bo Serokê Giştî ê HAK-PAR’ê Fehmi Demir

12181037_901584926563374_941870323_o

Kurdistanîyên hêja, nas û dostên bi rûmet!

Wek hun teva pê agahdarin, Endamê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Serokê Giştî ê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Birêz Fehmî Demir roja 25.10.2015’an di bûyereke trafîkê de jîyana xwe ji dest da û ebedîyen ji nav me bar kir.

Fehmi Demir şehîdê Rêya Azadîyê ye û şehîdê gelê xwe ye. Gava ku wê ji bo hilbijartinê biçûye civîneke partîya xwe li Mersinê di rê de bûyera trafîkê pê re çêdibê û şehîd dikevê.

Me welatparêzek, serokek û rêhevalekî mezin hunda kir.

Em jî bi vê minasebetê wek KOMKAR-DK û rêhevalên wî ên bi salan dixwazin bi merasimekê Birêz Fehmi Demir bibîr bînin.

Emê bi hatina we nas û dostan û welatparêzan kêfxweş bibin.

Merasim wê roja yekşemê li navnîşana li jêr bê kirin.

Dem: Roja yekşemê 01.11.2015
Demjimêr: 14.00
Navnîşan: Kongholmscentret
Liljens Kvater 2
2620 Albertslund.

 

KOMKAR-DK

29.10.2015