Li Bismilê zarokek 8 salî hat qetil kirin

753451-650x32028ê Îlon a 2015

Li navçeya Bismila Amedê jiber şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên YDGH’ê de zarokek din a bi navê Elif Şîmşek a (8) jiyana xwe ji dest da.

Dengê Azad/Hewlêr

Li gor BASNewsê, li Bakûrê Kurdistanê şer û pevçûn dibe sedema mirina sivîlan û zarokan. Doh bi şev jî Li navçeya Bismila Amedê Walîtiyê derketina derve qedexe kir.

Li Taxa Avaşînê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDGH) de pevçûn derket.

Hate gotin ku polîsan gule berda malan. Ji ber teqîna bombeyekê zaroka bi navê Elif Şîmşek a 8 salî jiyana xwe ji dest da. Ji vê malbatê 5 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku birîndar rakirina nexweşxaneya dewletê ya Bismilê.

Li navçeyê qedexeya derketina kolanan îro bidawî bû.