Helwesta dawî derbarê kirîza serokatiyê de

23 tebax 15; 19:40

güneyli-partiler

Civîna her 5 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê ya derbarê çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de bi dawî hat.

Li gor agahiyên Rûdawê, civîna 5 alî ya navbera her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê, ku îro li hotel Cuwan a bajarê Silêmaniyê hatibû lidarxistin, bi dawî hat.

Civîna îro berdewamiya hewlên aliyên siyasî bo lihevkirinê bû û di dirêjiya civînên 5 alî yên hefteya borî derbarê çareserkirina kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatibû lidarxistin û zêdetirî 4 saetan dom kir.

Endama şanda Tevgera Goranê di civîna îro de, Behar Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, dê roja çarşemiya bê 26ê Tebaxê civînek din were encamdan.

Behar Mehmûd derbarê naveroka civîna îro û çawaniya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê de jî got: “Xalên hevbeş di navbera aliyan de zêde bûn. Derbarê hilbijartina serok de jî em her 4 aliyên Goran, YNK, Yekgirtû û Komel rijdin li ser wê yekê ku pêwîste di nava parlamentoyê de were hilbijartin, lê PDK jî li nerîna xwe mikur tê û dibêje ku gerek serok di nava gel de bê hilbijartin.”

Li gor agahiyên Rûdawê, şanda PDKê di civîna îro de ji her yek ji Roj Nûrî Şaweys, Mehmûd Mihemed, Firset Sofî û Firset Ehmed pêkhatibû.

Ji aliyê Goranê ve Celal Cewher, Behar Mehmûd û Rabûn Meirûf di civînê de amade bibûn.

Herwiha YNKê Qubad Talebanî, Seidî Ehmed Pîre, Ferîd Eseserd û Goran Azad şandibû civînê.

Şanda Yekgirtû jî ji Mihemed Ehmed, Xelîl Îbrahîm û Ebûbekir Heledinî pêkhatibû û Enwer Sengawî, Rêbwar Hemed û Dana Dara nûneratiya Komela Îslamî di civîna îro de dikirin.

Ew çaremîn civîna navbera her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê bû.

Pêştir çend civînên berfireh û 5 alî bi bi beşdariya tîmên danûstandinkar ên her 5 aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê û bi amadebûna nûnerên Amerîka, Birîtanya û Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê pêkhatibûn.

Yekemîn civîna navbera her 5 aliyan şeva 18ê Tebaxê li Hewlêrê pêkhatibû.

Rudaw