KOMKAR û PSK bêşdarê merasiman bûn

19 Tebax 15; 12:55

Yilmaz Yildiz/Kopenhag

 

PSK û KOMKAR beşdarî 69. salroja damezirandina PDK û 70. salroja damezirandina PDKÎ li Kopenhagenê bûn.

11890961_982197748468310_777958455610112554_n11873637_982197755134976_243563839406864142_n

Du partîyên kurdî, ku bi dehên salan e ji bo bidestxistina mafên gelê kurd ên rewa û ji bo azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê berxwedan û tekoşînên mezin dane, li bajarê Kopenhagenê salrojên damezirandina xwe pîroz kirin.

Yek jê Partîya Demokrata Kurdistan-Îran (PDKÎ) bû, ku berîya 70 salan di bin rêveberîya nemir Pêşawa Qadî Mihemed de hatibû damezirandin û a din jî Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) bû, ku berîya 69 salan di bin rêveberîya nemir Mele Mistefa Berzanî de hatibû damezirandin.

Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di roja 15.08.2015’an de 69. salroja damezirandina xwe li bajarokê Albertslundê, li nêzîkî Kopenhagenê bi semînerekê pîroz kir.

Endamê liqa 6 li Almanya, Serhad Qafori, wek gotarvan beşdar bû û li ser dîroka PDK’ê û rewşa Kurdistanê agahdarî dan mêvanan.

Gelek partî û rêxistinên kurdî, ku Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û KOMKAR-DK jî di nav de bûn, beşdarî semînerê bûn û peyamên pîrozbahîyê pêşkêş kirin.

11879127_417027618500504_6412861997586994513_o11850453_417033161833283_4361692610043234043_o11894568_417052671831332_3911394486329508867_o

Herweha di eynî rojê de Partîya Demokrata Kurdistan-Îran (PDKÎ) jî 70. salroja damezirandina xwe bi şahîyekê pîroz kir.

Merasim li bajarokê Brøndby Strand, li nêzîkî Kopenhagenê bi rê ve çû. Gelek partî û rêxistinên kurdî beşdarî merasimê bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin.

Endam û alîgirên PSK’ê û KOMKAR’ê jî beşdarî merasimê bûn û Yilmaz Yildiz li ser navê PSK’ê axaftinek pêşkêş kir, pîrozbahîyên germ li 70. salroja damezirandina PDKÎ kir û kar û xebata wan bilind nirxand.

Dengê Azad