Em komkujîya li Şingalê bibîr tînin û nefretê li terorîstan dibarînin

islamic_terror_attacks_against_the_yezidis_of_sinjar-aug.14_20071.jpg-for-web-normal

Berîya 7 salan, ango di roja 14.08.2007’an de terorîstên îslamî li Îraqê bi 2 kamyonan êrîşên xwekujî biribûn ser du gundên Êzîdîyan li herêma Shingalê ên bi navê Sîba Şêx Xidir û Til Hizêr.

Di encamê de zêdeyî 500 kesên sifîl ên bê suc û bê guneh jîyana xwe ji dest dan û bi sedan jî kes birîndar bûn. Bi sedan jî mal û xanî hatin xera kirin û dîsan bi sedan zêc û zaro sêwî, bê dê û bav mayibûn.

Pistre jî terorîstan êrîşên xwe ên li dijî Civaka Êzîdî her berdewam kirin, û di 03.08.2014’an de vê carê bi navê DAIŞ’ê êrîş birin ser Şingalê û Êzîdî di karêsatên mezin re derbas kirin.

Em komkûjîyên li Şingalê hatîn serê Êzîdîyan careke din bibîr tînin û terorîst û hevalbendên wan bi nefret mahkum û şermezar dikin.

Komkar-DK
14.08.2015