Di hilbijartina giştî de li Danîmark Bloka Şîn bi ser ket

 

Yilmaz Yildiz-Kopenhagen

22 Xeziran 15; 18:35

5915258-folketinget-hovedindgang-fra-rigsdagsgrden-christiansborg

Rewşa hilbijartinê bi giştî

Di roja 18.06.2015’an de li welatê Danîmark hilbijartina giştî a parlamento hat kirin û Bloka Sor ku li ser desthilatdarîyê bû hukumet ji dest da.

Serokwezîra Danîmark Helle Thorning-Shmidt berîya sê hefteyan di civîneke çapemenîyê de roja hilbijartinê dîyar kiribû û di nava van her sê hefteyên derbasbûyîn de li tevaye Danîmark propaxandeya hilbijartinê hebû. Jîyana welêt hemû bi rewşa hilbijartinê ve hatibû girêdan – ka gelo wê kujan blok bi ser bikevê, Bloka Sor ku li ser desthilatdarîyê bû, an jî Bloka Şîn ku di muxalefetê de bû. Herdu blok heta roja dawîyê jî di pêşbirke gelekî çetîn û dijwar de bûn.

Piştî hilbijartin qedîye, hê êvarî dîyar bû ku Bloka Sor desthiladdarî ji dest daye. Bloka Sor ji Partîya Sosyaldemokrat (S), Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Partîya Radîkal a Çep (R) û Lîsta Yekîtîyê (Ø) pêk dihat. Hukumet ji Partîya Sosyaldemokrat û Partîya Radîkal a Çep pêk dihat û Partîya Sosyalîst a Gel û Lîsta Yekîtîyê jî ji derve ve piştgirî lê dikirin.

Hêjayî gotinê ye ku parlamentoya Danîmark ji 179 endaman pêk tê. 175 endam ji Danîmark tên hilbijartin, 2 endam ji Færøerne (Giravên Feroe) og 2 endam jî ji Grøndland (Grînlanda/Gronlanda) tên hilbijartin, ku herdu welat jî di bin desthilatdarîya Danîmark de ne.

Bloka Şîn jî ji van partîyan ve pêk dihat/tê: Partîya Lîberal (V), Partîya Muhafezekar (C), Hevgirtina Lîberal (I) û Partîya Gel a Danîmarkî (DF), ku ji ber sîyaseta xwe a dijwar a li dijî bîyanîyan weke partîyeke nijadperest tê hesibandin.

Di vê hilbijartinê de partîyeke nû jî hebû, ew jî partîya bi navê Alternativ e. Ew jî xwe didin ser Bloka Sor.

Di hilbijartinê de mafê 4.145.105 kesan hebû ku dengên xwe bikar bînin. Ji van tenê 3. 518.987 kesan deng bi kar anî. 29.920 kesan dengên protestoyî avêtibûn sandoqan, ango hîç deng bikar neanî bûn. Dengên 52.226 kesan jî ji ber gelek sedeman wek dengên pûç hatin pejirandin.

Rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinê de 85,89% bû.

Bloka Şîn 90 endam (51,9%), Bloka Sor jî 89 (48,1%) endam qezenc kirin. Ango di damezirandina hukumetê de tenê 1 endam ferq heye.

Rewşa partîyan piştî hilbijartinê wiha ye:

1- Partîya Sosyaldemokrat bû yekemîn partî li Danîmark û 924.940 deng bidest ve anîn. Li gor hilbijartina di sala 2011’an de dengên xwe zêde kirin û di parlamento de bû xwedîyê 47 endaman. Di vê hilbijartinê de 3 endam zêde kirin.

2- Wek duwemîn partî jî li seranserê Danîmark bû partîya nijadperest, ango Partîya Gel a Danîmarkî. Ew jî gelekî bi pêş de çûn, 741.746 deng bidest êxistin û bûn xwedîyê 37 endaman di parlamento de. Di Bloka Şîn de jî ketin pêşîya Partîya Lîberal û bûn yekemîn partî. Li gor hilbijartina 2011’an tam 15 endam li endamên xwe ên di parlamento de zêde kirin.

3- Wek sêyemîn partî jî li Danîmark bû Partîya Lîberal. Wan jî bi giştî 685.188 deng wergirtin û bûn xwedîyê 34 endaman. Vê partîyê, ku di Bloka Şîn de weke partîya herî mezin a muxalefetê dihat pejirandin, di hilbijartinê de derbeke mezin xwar û di parlamento de 13 endam ji dest dan.

4- Lîsta Yekîtîyê bû partîya çaremîn, bi giştî 274.463 deng wergirtin û di parlamento de bû xwedîyê 14 endaman. Li gor dema berê 2 endam li endamên xwe zêde kirin.

5- Hevgirtina Lîberal jî bû pêncemîn partî, 265.129 deng wergirtin, 4 endam li endamên xwe zêde kirin û di parlamento de bû xwedîyê 13 endaman.

6- Partîya nû hatî damezirandin, Alternativ (Alternatîf) jî bi giştî 168.788 deng wergirtin û di parlamento de yekemîn car cihê xwe girt. Ew jî bû xwedîyê 9 endaman.

7- Wek heftemîn partî jî bû Partîya Radîkal a Çep a şîrîkê hukumetê. Wan jî 161.009 deng wergirtin û li gor hilbijartina berê 9 endam ji dest dan. Niha di parlamento de tenê 8 endamên wan hene.

8- Partîya Sosyalîst a Gel, ku partîyeke dost a gelê kurd e, mixabin di vê hilbijartinê de gelekî bi paş de çû û derbeke mezin xwar. Sedemên wê jî gelekin. SF berê şirîkê hukumetê bû, lê ji ber hin nakokîyên di nav partîyê de û sîyaseta hukumetê, partî vê dawîyê mecbur ma ku xwe ji hukumetê bi paş de bikişînê û tenê ji derve ve piştgirîya wê bikê. Vê yekê gelek endam jê bi dûr xistin û di hilbijartinê de weke bersiveke tûj lê vegerîya. Her çiqas ku partîyê serokatî guhert û hewl da xwe ku xwe bi ser hev de bînê jî, lê encama hilbijartinê dîyar kir ku hê gelek jê re divê. Pia Olsen Dyhr niha serokatîya partîyê dikê. SF’ê di vê hilbijartinê de tenê 147.578 deng wergirtin, ji endamên xwe ên di parlamento de 9 jê winda kirin û niha tenê xwedîyê 7 kursîyane. Di vê hilbijartinê de SF bû partîya heştemîn li Danîmark.

9- Partîya Muhafezekar jî 118.003 deng wergirtin û bû nehemîn partî. Wan jî li gor dema berê 2 kursî winda kirin û niha tenê xwedîyê 6 kursîyane.

10- Partîya Xaçparezên Demokrat (K) 29.077 (0,8%) deng wergirtin, lê dengên wan têrê nekir ku benda hilbijartinê a 2% derbas bikê. Di sîyaseta welêt de ew jî xwe didin ser Bloka Şîn.

Li gor demên berê, di vê hilbijartinê de gelek namzetên kurd ji Bakurê Kurdistanê hebûn. Endama Kurd a Parlemento ji Partîya Sosyalîst a Gel, SF’ê Özlem Çekiç, ku du deman li ser hev endametîya parlamento kir, mixabin di vê hilbijartinê de bi ser neket. Sedem ne dengên Özlemê bûn, lê paşdaçûyina partîya wê SF’ê him li herêma wê a hilbijartinê li Kopenhagen û him jî li seranserê Danîmark bû. Özlemê ji hemû namzetên din ên kurd bêtir deng wergirtine, lê ji ber ku partîya wê gelekî deng winda kirin, ew jî mixabin bi ser neket.

Özlemê propaxandeyeke baş pêk anî û bi sîyaseta xwe a di nav civaka danîmarkî de û bi kar û xebata xwe a ji bo Kurd û Kurdistanê xwe kiribû dil û çavên him kurdan û him jî danîmarkîyan. Di dema endametîya xwe a parlamento de gelek tiştên hêja ji bo pirsa kurd pêk anî û daîmen piştgirîya çalakîyên kurdan dikir û beşdarî gelek şahî û çalakîyên kurdan dibû. Özlem di parlamento de dengê kurdan bû û lobîyeke baş dimeşend, bêyî ku cudabûnê bikê navbera beşên Kurdistanê. Yekemîn car şahîya Newroza 2008’an di parlamentoya Danîmark de bi alîkarîya KOMKAR, Özlemê û partîya wê SF’ê pêk hatibû. Özlem du caran jî li gel heyetek danîmarkî, ku serokê parlamento Mogens Lykketoft jî di nav de bû, serdana Başûrê Kurdistanê kirin û bi serokatîya herêmê Birêz Mesud Berzanî û dem û dezgehên herêmê re hevdîtin pêkanîbûn. Herwekî din jî carekê beşdarî kongreya HAK-PAR’ê jî bûbû.

Özlemê bi giştî 6542 dengên şeqsî wergirtin. Li gel 3.405 dengên ku partîya wê jî dabûnê, dengên wê bi giştî dibin 9.947. Heger ku SF bi paş da neçûye û dengên xwe li gor dema berê biparastina, ev dengên Özlemê tenê têrî 2-3 kursîyan dikir. Di nava SF’ê de tenê seroka partîyê Pia Olsen Dyhr ji Özlemê bêtir deng wergirtine. Pia Olsen Dyhr bi giştî li ser hev 14.487 deng wergirtine.

Hêjayî gotinê ye ku dostê gelê kurd, kevneserokê SF’ê û kevnewezîrê derve ê Danîmark Holger K. Nielsen kursîyê xwe di parlamento de parast û di vê hilbijartinê de jî bi ser ket.

Niha halê hazir ji nav namzetên kurd tenê Yildiz Akdoğan ji Partîya Sosyaldemokrat kursîyê xwe di parlamento de parast û di vê hilbijartinê de dîsan ji bo 4 salên din hat hilbijartin. Yildiz Akdoğan bi eslê xwe ji Çorumê ye, bi çûkaye xwe hatîye Danîmark û li vir mezin bûye.

Piştî hilbijartinê kursîyên Bloka Sor têrê nekirin ku carek din hukumetê pêk bînin. Sedem jî paşdaçûna SF’ê û Partîya Radîkal a Çep bû.

Herçiqas ku Partîya Sosyaldemokrat wek yekemîn partî derket û dengên xwe jî zêde kirin, lê ji ber rewşa van herdu partîyên hevkar nikarê hukumetê pêk bînê.

Ji ber wê yekê jî niha karê damezirandina hukumetê bûye bahra serokê Partîya Lîberal (V) Lars Løkke Rasmussen ku niha di nava helwdanan de ye.

Li gel ku Partîya Gel a Danîmarkî (DF) di Bloka Şîn de bûye yekemîn partî jî, lê ew halê hazir her piştgirîyê didin Lars Løkke Rasmussen ku hukumetê pêk bînê. Heta naxwazin bibin şîrêkê hukumetê jî. Ew dibêjin ku ji bo wan baştire ku ew li derveyî hukumetê bimînin û bi piştgirîya xwe a ji derve ve sîyaseta xwe bi hukumetê bidin meşandin. Ango him naxwazin xwe bikin bin barê welêt, bin berpirsyarîyê û him jî hefsarê hukumetê jî bikin destê xwe û li gor kêfa xwe sîyaseta xwe a li dijî bîyanîyan û pênaberan bimeşînin û qanûnan biguherin. Ev sîyaseta wan wê çiqasî karibê bi ser kevê wê bê gûman wext dîyar bikê.

Piştî hilbijartinê serokwezîr Helle Thorning-Schmidt – li gel ku partîya wê bi pêş de çûye jî – xwe ji serokatîya partîyê bi paş de kişand. Niha çavên hemû alîyan lê ye ku Mette Frederiksen, ku di hukumeta berê de wezîr bû, bibê seroka nû a Partîya Sosyaldemokrat.

Heta vê gavê jî tenê Mette Ferederiksen namzeta serokatîyê ye. Partîya Sosyaldemokrat wê ji bo destnîşankirina Mette Frederiksen wek seroka nû roja yekşemê kongreyeke awarte lidarbixê.

 

http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=52760&LinkID=141