Li Îranê xwepêşandan destpêkirin

7ê Gulan a 2015
123546Li piraniya bajarên Îranê û bi taybetî Rojhilata Kurdistanê, mamostayan dest xwepêşandanan kirin. Ji aliyê xwe ve ji 4ê Gulanê vir ve 60 mamosteyên bajarê Bokanê ku ji aliyê îdera ewlehî a wê bajarê ve hatibûn bang kirin, çarenivîsa 8 ji wan nediyar e.


Navenda Nûçeyan

Ajansa Basnewsê ragihand ku Îro, 7ê Gulanê, ji ber baştirkirina rewşa jiyan û karê wan, mamostayan li piraniya bajar û bajarokê Îranê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kirin.

 

Xwepêşandanên mamostayan piştî wê yekê hat ku, ji berî çend rojan ve banga xwepêşandanê kiribûn.

 

Çarenivîsa 8 mamosteyên Bokanî nexuya ye

15468

Ji çarenivîsa 8 mamosteyên ku bo nawenda ewlekarî ya bajarê Bokanê hatibûn gazîkirin, tu zaniyariyek di dest de ninin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja duşemî 4`ê gulanê, piştî ragihandina mangirtina seranserî a mamostayan li Îran û Kurdistanê de, 60 mamosteyên Bokanî ji aliyê îdareya ewlekar ya wî bajarî hatin xwastin.

Piştî bangkirina mamosteyan bi îdareya Îtilaata bajarê Bokanê, niha çarenivîsa 8 kes ji wan 60 mamostayan nezalal e.

Li gorî nûçegihanê Kurdpa li Bokanê, nav û nasnameya wan 8 kesan ev e: Selman Îmamzenbîlî, Cemal Muînî, Bêhzad Kerîmî, Fuwad Şerîetpenah, Mewlûd Xançezerd, Rehman Enbar, Rehîm Xalendî û Hejîr Qehremanî.

Her li ser vê mijarê, jêdereke agah li Bokanê bi nûçegihanê Kurdpa re daye zanîn ku: Çavdêriya NawendaPerwerde û Hînkirina Bokanê soza nivîskî ji mamosteyan wergirtiya û ji wan re hatiye ragihandin ku bi tu awayî mafên beşdarîkirina di xwepêşandanên mamosteyan (pêncşemî, 7 gulanê) de ninin.

65465435

Wê çavkaniyê da zanîn: Armanc ji gazîkirina mamosteyan bo nawendên ewlekarî, pêşîgirtin ji birêvebirina gireva gelemperî (giştî) li Îranê ye.

Biryar hatibû dayîn ku îro mamosteyên seranserê Îranê, bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa bijîv û debara jiyana xwe, ferq û ciyawaziyên navbera fermanberan li welatê Îranê, sîstema şaş ya hînkirinê û her wiha sozên bê bingeh yên Rûhanî li ser cî bi cî kirina xwestekên wan, xwepêşndanan lidar bixin.

Di çend mehên borî de mamosteyên Kurdistan û Îranê, çendîn caran dest bi xwepêşandanan kiribûn, lê hertim xwestekên wan bê bersiv mabûn.