Mirina gumanbar a keçeke Mehabadî û bertekdana hemwelatiyan

11165297_571494429658792_1745368610586090575_n
07 Gulan 15; 23:55

Bertekên li ser torên civakî û medyayan derbareya mirina bi guman a keçeke Mehabadî, herçi diçe zêdetir dibe. Nûçegihan dibêjin “Ferînaz Xusrewanî” bo rizgarkirina xwe, bi neçarî dest bi xwe kuştinê kiriye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media û ji zarê hejmarek nûçeyên ser torên civakî, roja borî 4 Gulana 2015`an, keçeke ciwan a Mehaba Kurdistana Rojhilat, bi navê Ferînaz Xusrowanî ku li Hotêla Tara ya wî bajarî kar dikir, bi sedema parastina xwe ya jêr zexta destdirêjî kirina cinsî de, xwe ji qata 4`em a hotêlê tavêje û dawiyê bi jiyanê tîne.

Gorî nûçeyên rast û yên nehatî piştrast kirin li ser vê bûyerê, herwiha ji zarê hejmarek hemwelatiyê bajarê Mehabadê, Ferînaz bûye qurbaniya siyasetên çevt yên xwediyê hotêlê yê bi navê “Nadir Molodî”.

Navborî bi ya va destdirêjiya cinsî ya karmendekî birêveberiya Îtilaata Mehabadê bo destdirêjiya cinsî bi Ferînaz Xusrowanî amade kiriye û wê keça Kurd jî bo parastina xwe bi neçarî xwe bilindiya hotêlekê re avêtiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Piştî belavbûna wê nûçeyê di torên civakî de, hemwelatiyan bertekên tund nîşan dan û nerazî bûna xwe dan xuyandin.

Herwiha bi belav bûneke berfihe a wê nûçeyê li ser medya û torên civakî, ji aliyê kampaniya û girûpên cihê reng, biryar hat dayên xwepêşandan hember wê hotêlê bên lidarxistin.

Heya niha tu nûçeyeke piştrastkirî û nûçegihaniyên girêdayî bi hikûmeta Îranê ev bûyer piştrast nekirine. Herwiha xwediyê hotêla navborî jî nehatiye binçavkirin.

Ferînaz Xusrowanî 26 salî û rûniştiya Mehabadê bû. Ew xwedî bawernameya karnasî di beşa kampûterê de bû.

Kurdistanmedia.com