PSK – Dengê Xwe Bide HAK-PARê

Li Tirkiyê û Kurdistana Bakurê, di 7ê Xezîranê da, li jêr sîbera Destura serdama 12ê Îlona faşîst hîlbijartina Parlamentoyê wê bê encam danê

Li Tirkiyê û Kurdistana Bakurê, di 7ê Xezîranê da, li jêr sîbera Destura serdama 12ê Îlona faşîst hîlbijartina Parlamentoyê wê bê encam danê.

Hinek xalên taybet ya hilbijartina hanê hene. Yek ji wan ev e, ku paş hilbijartinê, ji 8ê Xezîranê va, wê proseyeka siyasî a girîng destpê bike.

Di vê proseyê da “pêvajoya çareserî”, ku ji diyaloga MİT û İmralî destpê kiriye û amade kirina destureka nu, wê bibin du xalên girîng.

Herwekî tê zanin di dema hilbijartinê da bazara siyasetê germ e û xelk pirtir bi siyasetê va mujîl dibe.

Ji ber vê yêkê, di kar û xebata hilbijartinê da divê halwesteka Kurdistanî bê nişan dan û pê li ser daxwazên netewî û demokratik bê girtin. Ev yêka hanê her usa ji bona proseya pêşedemî, ku wê ji 8ê Xezîranê va destpêbike, girîng e.

Di serdema hilbijartinê da divê daxwaz bikin, ku;

–      Divê Destura serdema 12’ê İlona ya faşistî bi hemu dem û dezgehên xwe bêne betal kirin, şuna wê li ser bîngeha mafên mirov û nirxên serdemî destureka nu û demokratik bê amade kirin, ku nişana pirçandiya Tirkiyê be, mafên diyarî kirina çaresunûsa gelên Tirkiyê desteber bike;

–      Divê hemu astengan, ku pêşiya pêşveçûna ziman û çanda Kurdî ne, bêne hilgirtin;

–      Divê zimanê Kurdî li Kurdistana Bakur bibe zimanê fermî û di hemu qonaxa perwerdeyiyê da bibe zimanê perwerde kirinê;

–      Divê “proseya çareserî” bi şîveyê şeffaf bê bi rêva birin û aliyên din yên bilî ji dewlet û PKK jî, di vê proseyê da bêşdar bin;

–      Divê dewlet ji bona serketina “proseya çareserî” û xweş kirina rêya çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê, gavên demokratik bavêje;

–      Divê zemîn bê amade kirin, daku gerîllayên PKK çekên xwe daynin û bêşdarê jiyana siyasî û civakî bin;

–      Divê sîstema çaşitî bê hilanin û gava hilaninê mafên “parezerên gund” bê parastin;

–      Divê yekineyên erteşa Tirk ji navenda bajaran derkevin;

–      Divê hemu cinayetên kisas ne diyar bêne eşkere kirin û qatilan bêne dadigeh kirinê;

–      Cînayet û pêpes kirina mafên mirovan, ku di heyama şerê kirêt a 30 salî da çêbûne, bêne eşkere kirin û tawanbaran bi sizayê xwe bigîhin;

–      Divê hemu qanunên, ku li ser bingeha nijadperestî û ciyawaziya cînsî hatine qebul kirine, bêne betal kirin û şuna wan qanunên, ku rêz li nasname digrin û keremeta mirov diparêzin, bêne danin;

–      Divê Serokatiya Karûbarê Diyanetê bê jêkbelav kirinê, dewlet destê xwe ji kar û barê olî bikşine, divê xizmetguzariya olî ji aliyê bawermendan ve bêne pêşkeş kirinê û dersên dînî nebe îcbarî;

–      Divê dewleta Tirk hemû peymanên navnetewî bê nigaranî îmza û xalên wan bê nîgaranî ci be ci bike;

–      Divê dewleta Tirk li ser bingeha rêzgirtina serwerî, pêyvendiya xwe ligel Kurdistana Başur yên aborî, cîvakî û siyasî pêşve bibe, divê li ser bingeha rêzgirtinê pêyvendî ligel rêxistinên welatparêz yên Kurdistana Rojhilat û Başurêrojava dayne;

–      Divê PKK devjê şerê çekdarî, ku zirarê digihîne doza Kurd, berde.

Pir mixabin, hewl û bangawazên, ku dixwastin Kurd bi yek halwestî û yekdengî beşdarê hilbijartinê bibe, serneket.

Partiyên Kurdistana Bakur, bi armanc û bernameya hevbeş beşdarê hilijartinê nabin. Hinek ji wan bi navê “Hevpeymaniya Kurdistan a Hilbijartinê” ligel HDP (Partiya Demokratîk a Gelan), ku Tirkiyeyî bûnê kiriye armanca xwe ya sereke, beşdar dibin, hinek ji wan biryara boykot kirinê dane, hinek ji wan jî bi berandamên serbixwe bêşdar dibin.

Partiya Maf û Azadî (HAK-PAR), ku daxwazên netewî u demokratîk yên Kurd kiriye bingeha siyasetê xwe, bi navê xwe û bi endamên xwe beşdarê hilbijartinê dibe.

Partiya me di vê hilbijartinê da piştgiriya HAK-PARe, ku ji bona Kurdan ferderasyon dixwaze, dike.

Piştgirî kirin li HAK-PAR’ê dibe pêgava yekan ji bona hevkariya rêxistinên Kurdistanê, ku hevkariya hanê di proseya siyasî ya paş hilbijartinê girîng e.

Ji ber vê yêkê Partiya me daxwaz ji kes û sazî û rêxistinên welatparêz yên navxweyî û dervayê welat dike, ku piştgiriya HAK-PARê bikin û dengê xwe bidine vê partiyê.

Werîn ji bona destureka nu û demokratîk destê xwe bidine hevdu!

Werîn ji bona, ku Kurdî bibe zimanê fermî bı hevra têbikoşin!

Werîn em mil bi mil ji bona Kurdistaneka azad û demokrat kar û xebatê bikin!

20 Avrîl a sala 2015

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan