Partîyên kurdî li Danîmark beşdarî kongreya SF’ê bûn

  

Partîya Sosyalîst a Gel (SF) li Danîmark kongreya xwe a salane lidarxist û çar partîyên kurdî ku bi PSK, PDKÎ, PDK û YNKê pêkdihat, tê de beşdar bûn.


Yilmaz Yildiz/Kopenhag

Kongreya SF’ê îsal  li ser hev, di rojên 18-19.04.2015’an de li salona Falkoner Center li Kopenhagenê bi rê ve çû. Bi vê munasebetê çar partîyên kurdî li Danîmark, Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) û Partîya Nîştimanîya Kurdistan (YNK) hatin vexwendin û beşdarî kongreyê bûn.

Ev bi salaye ku dostanîyeke germ di navbera van her çar partîyên kurdî û partîya SF’ê de çêbûye û ev bi salaye ku ev partîyên kurdî beşdarî kongreyên SF’ê bûne û pêwendîyên xwe li gel wan û mêvanên din ên ku ji derve tên xurt û berfireh dikin.

Di kongreyê de PSK’ê û PDKÎ peyamek hevbeş pêşkêşî SF’ê kirin. Di peyamê de qala rewşa kurdan li her çarparçeyên Kurdistanê hat kirin û daxwaz hat kirin ku SF di kongreya xwe de biryara piştgirîya kurdan bidê.

Kongreya SF’ê bi axaftina seroka nû, Pia Olsen Dyhr dest pê kir û piştî axaftineke dûr û dirêj li ser pirsgirêkên civakê, sîyaset û nêrîna partîya xwe sekinî û bahsa rewşa li welat û  dervayî welat kir.

Di beşek axaftina xwe de jî Pia Olsen Dyhr bahsa xeterîya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê kir û anî ziman ku ji ber vê yekê ye ku ew wek partî piştgirîya balafirên şer ên Danîmark ên F-16 li Başûrê Kurdistanê dikin ta ku rê li ber DAIŞ’ê bigrin û kurdan li dijî êrîşên wan biparêzin. Herweha anî ziman jî ku heger ne ji vî şerê kurdan bûye, wê pêşketina DAIŞ’ê li herêmê metirsîyên gelekî mezintir bi xwe re bianîne.

Piştî axaftina seroka partîyê, wezîrê derve ê berê û berpirsê SF’ê ê kar û barê derve Holger K. Nielsen hevdîtinek li gel hemû mêvanên înternasîyonal ên hatin vexwendin pêk anî. Di vê hevdîtinê de Holger K. Nielsen, ku dostekî gelekî nêzîk ê kurdan, li ser partîya xwe û kongreyê agahdarî dan.

Dîsan di heman rojê de seroka partîyê Pia Olsen Dyhr jî hevdîtinek li gel mêvananên înternasîyonal pêk anî, bixêrhatina mêvanan kir û dîtin û nerînên partîya xwe anî ziman. Di vê derbarê de jî bersiva pirsên mêvanan dan. Di vê hevdîtinê de him PDK’ê û him jî PSK’ê di derbarê rewşa şerê li Kurdistanê, rewşa pênaberan û keç û jinên Êzîdî ji Şingalê, ku heta vê gavê jî di destên DAIŞ’ê de ne, pirs pirsîn û xwestin di vê derbarê helwesta SF’ê fêr bibin.

Seroka SF’ê anî ziman ku wan jî wek partî piştgirîya şandina balafirên şer ên F-16 kirine û heta ku ji wan bê wê alakarîya pênaberan jî bikin. Li ser rewşa keç û jinên Êzîdî jî got ku ew gelekî xemgînin, lê mixabin vê gavê tu projeyên wan wek partî di vê derbarê de nînin, lê heger ku ji bo rizgarkrina wan hin proje û pêşnîyar bên, ew amade ne ku piştgirîyê lê bikin.

Di nava du rojên kongreyê de çendîn semîner hatin lidarxistin û nasîn û pêwendî li gel mêvanên din pêk hatin. Holger K. Nielsen semînerek li ser Rojhilata Navîn da. Semîner bi giştî li ser Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞ’ê û sîyaseta herêmê bû. Hemû hêzên kurdî tê de beşdar bûn, pirsên xwe kirin û dîtinên xwe bi wan re parve kirin.

Di kongreyê de sefaret û partîyên ji gelek welatan hatibûn vexwendin. Herweha jî sîyasetmedarên Parlamentoya Ewropa. Di nav wan de weke sefareta Amerîka, Swêd, Norvêç û delegasyona Bolivya, Islanda, Almanya û hwd. hebûn. Hêzên kurdî li gel hemûyan pêwendî danîn û li ser rewşa Kurdistanê û şerê li diji DAIŞ’ê agahdarî dan wan û daxwaza pîştgirî û palpiştîyê hat kirin. Delegasyona kurd û sefaret û delegasyonên gelek welatan û sîyasetmedarên Parlamentoya Ewropa ji pêwendîyan kêfxweş bûn û kartên xwe dane hevûdin.

Cihê kêfxweşîyê ye ku di hemû hevdîtin û eleqeyan de ji bo gelê kurd û Kurdistanê eleqeyeke mezin hebû.

Beşdarîya hêzên sîyasî ên kurdî di kongreya SF’ê de serkeftî derbas bû.

Hêjayî gotinê ye ku endama kurd a parlamentoya Danîmarkê Özlem Çekiç (SF) jî eleqeyeke mezin şanî delegasyona kurd da.

 

 

Fotoalbûm 

 

http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=49107&LinkID=141