Werin em HAK-PARê bikin platforma welatparêzên Kurd

PDF Yazdır E-Mail
Pazar, 08 Şubat 2015 13:30
HAK-PARê 13-mîn salvegera xwe li Dîyarbekirê bi şahîyekê pîroz kir.

HAK-PARê 13mîn salvegera xwe li Dîyarbekirê bi şahî pîroz kir. Di şevahenga ku ji alîyê HAK-PARa Diyarbekırê ve di roja 6 ê Sıbatê de hatibû amadekirin, Kemal Burkay jî beşdar bû.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr plakatek ku li ser ‘Di Rîya Azadî de 50 Sal… Sipas Kemal Burkay’ hatibû nivîsandin peşkêşî Kemal Burkay kir. Burkay ser vê yekê axaftineke kurt kir û sipaya xwe ji rêvebirên partîyê û hevalên xwe yên partîyê kir û 13 salîya partîyê pîroz kir. Burkay di berdewamîya axaftina xwe de weha got:

‘Gelek jı van kesên ku aniha li vêderê amade ne, bi kêmanî 30, 40 saên xwel di nav xebata azadîya gel û welat de derbas kirine. Me ne ji bo pere û post, jı bo îdalekê siyaset kir. Ji bo azadîya gelê xwe têkoşîn kir, em li alîyê bindestan sekinîn. Ev têkoşîn ne hêsa ye. Eger temenê me têrê neke, ez bawer dikim yên ku li dû me tên wê vê doza bi şeref bidomînin û bighînin armancê.

Di bernameya çandîya şevê de ku ji alî Latîf Epözdemîr hat meşandin, hunermendên hezkirî Hozan Fatê, Semra û Firat Başkale stiran û meqamên xweş pêşkêş kirin. Di şevê de Serokê Giştî yê HAK-PARê Fehmî Demîr, endamên Dîwana Serokatîyê û Meclîsa amade û her weha gelek sîyasetmedar û rewşenbîr jî di şevê de amade bûn. Di nav wan de Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê KADEP Lutfî Baksî û Serokê şaxa Dîyarbekirê Civanroj Oruç, nûnerên PDK-Bakur Mehmet Emin Xurxori, Siyasetvan nivîskar İbrahim Güçlü, serokê PAK şaxa Dîyarbekirê Nurullah Timur û hevalên xwe û gelek mêvan hebûn. Şevahengê bi stiran û govandan domand heta derengê şevê.

 

Di destpêka şevê de serokê Şaxa Dîyarbekrê a HAK-PARê Vasıf Kahraman û dûra Serokê Giştî Fehmi Demir bı kurdî û tirkî gotar xwendin.

Vasıf Kahraman di axaftına xwe de got ku HAK-PAR 13 sal berê wek projeyeke yekîtî hat damezranin. Ew di erasa sîyasî de xwedîyê giringîyeke mezin e, dı nav kar û xebatê de ye û roj bi bi roj bi hêztir dibe. Kahraman di beredwamîya axaftina xwe de bal kişande ser giringîya cîyê Dîyarbekirê ya di jiyana sîyasî, çandî û aborîya welat de. Wî herweha li ser pêwîstîya têkoşîna sîyasî ya aştîyane kir û got çek êdî li ber fırebûna zemîna têkoşîna gelê kurd û biserketina wê astengeke mezin e. Loma jî rawestandina şer di berjewendîya gelê kurd de ye. Em wek HAK-PAR piştgirîya vê yekê dikin.

Fehmi DEMİR:

Werin em HAK-PARê bikin platforma welatparêzên Kurd

Serokê Giştî Fehmi Demir, piştî ku xêrhatin da beşdaran, gotarek xwend. Demîr got ku HAK-PAR wê ji bo bidestxistina maf û azadîya Gelê Kurd xebata xwe berfiretir bike, bikin û ramanên xwe bi berdewamî bînine ziman û di eynî wextê de bibe adrêsa şêweyekî nû yê têkoşînê. Demîr di berdewamîya axaftina xwe de bi kurtî li ser rewşa sîyasî ya Rojhilata Navîn rawestiya. Wî balkişande ser şikestina statukoya ku welatên dagirker li ser gelê Kurd ferz kirin.

Demir bi kurtî ev dîtin anîn ziman. “Gelê Kurd li İraqê statuko xirab kir û azad bû. Wisa xuyaye ku kurd li Surîyê jî eger şaşîyên mezin nekin wê azadîyê bi dest xwe ve bînin. Hemû dewletên ku mafên Gelê Kurd jê stendine bila baş bizanin ku gelê Kurd statukoya heyî qebûl nakin, ev statuko mecbûr e bê guhartin.

Hukumeta Kurdistana Başûr bi piştgirîya navneteweyî, bi şerê pêşmergeyê qehrman bersiva İŞİD da. Herweha Kobanê jî di saya hevkarîya kurdan û piştgirîya navneteweyî hat rizgarkirin. Di vê demajoyê de gelek ders û tecrube hene ku em jê sûdê wergirin.

Serokê Giştî Fehmî Demîr di berdewamîya axaftina xwe de got; Li Tirkîyê ev du sal e ‘Pêvajoya Çareserîyê’ dom dike.Vê pêvajoyê hîna tu encameke berbiçav nedaye. Wê encam çi be û çawa be, em jî nizanin. Wek partî me hevdîtin û dîyalogan erênî pêşwazî kirin, ji bo rawestandina çek alîkarîya xwe dîyar kir. Li gor raya me, eger ev pêvajo bi xwe re sekinandina çekan bîne wê gelekî baş be. Divê Hukumet jî ji bo çareserîya bingehîn gavan bavêje rê li ber wê veke. Lê bêguman ne rast e ku ew rewşa heyî wek çareserîya pirsa Kurd nîşan bidin. Çareserî ancax bi damezrandina dewleteke ku têde gelên Kurd û Tirk bi wekhevî bijîn mumkun e. Berevajîya vê domandina statukoya 95 salî ye, ku gelê Kurd ne mumkune wê qebûl bike.

Demîr li ser hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî raya xwe anî ziman. Wî da zanîn ku HAK-PAR wê li 81 bajaran beşdarî hilbijartininan be. Derbarî vê yekê de bangek jî kir û got:

‘Em dikarin van hilbijartinan ji bona parastina mafên gelê Kurd bi kar bînin. Em dest bidin hev, daxwazên azadîya gelê me bilind bikin. Hemû partî, kom, platform, kesên rîspî û rêberên qenaetê yên welatparêz em dikarin dest bidin hev, deng û daxwazên xwe bikin yek. Derîyê partîya me ji herkesî re vekirî ye. Werin em HAK-PAR ê bikin platforma kurdên welatparêz. Ji bîr mekin, gava em hêza xwe bikin em dikarin dafik û hîleyên ku li pêş gelê me tên danîn pûç bikin. Dî vî warî de em ji bo her cureyê hevkarîyê amade ne.